BI DÎMEN

Gelê Iraqê ji bo hilbijartinên giştî li ser sindoqan e

Li Iraqê, pêvajoya dengdana giştî ya ji bo serdema 6’emîn a hilbijartinên Parlamentoyê îro bi awayekî fermî destpê kir.

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, di van hilbijartinan de 20 milyon 63 hezar û 773 mafê mafê dengdanê ya dengdêran hene. Ji van, 2 mîlyon 488 hezar û 51 dengdêr li sê navçeyên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê; ew jî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ne. Ev hejmar, li deverên ku di bin madeya 140’emîn de ne, wek Kerkûk, Selahaddîn, Nînowa Diyala û her wiha Kurdên ku li Bexdayê dijîn nagire nav xwe.

Ji bo dengdana giştî, li seranserê welêt 8.703 navend û 39.285 sindoq hatin danîn. Ji van navendan 1.543 û ji sindoqan 6.655 li Herêma Kurdistanê ne.

Hilbijartin, ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê yên herêmî û navnetewî, heyetên çavdêrî û komên kontrolê ve têne şopandin. Dengdan di demjimêra 18.00’an de wê bi dawî dibe. Piştî girtina sindoqan, daneyên encaman bi rêya pergala elektronîk wê bên şandin navenda Komîsyona Bilind a Hilbijartinê li Bexdayê. Mohrên sindoqan, bi awayekî eşkere ji çavdêran û çapemeniyê re werin nîşandan.

Ji aliyê din ve, di dengdana taybet a 9’ê Mijdarê de, 1 milyon û 340 hezar û 518 dengdêrên ku ji hêzên ewlehiyê û koçberan pêk tê, deng dan. Li gorî daxuyaniya komîsyonê, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de %82 bû û 841 binpêkirinên hilbijartinê hatin tomarkirin.

Pêvajoya dengdana giştî, bi girtina sindoqan di êvarê de bi dawî dibe. Jimartina dengan û ragihandina encamên fermî, piştî nirxandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinê li Bexdayê tê kirin.